Serrûpel Nûçe Îranê cezayê îdamê da Kurdekî rojavayê Kurdistanê

Îranê cezayê îdamê da Kurdekî rojavayê Kurdistanê

Belav bike

Îranê cezayê bidarvekirinê da Kurdekî Rojavayê Kurdistanê.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Tora Mafên Mirovan ya Rojhilatê Kurdistanê ve hatine dayîn, dadgeheke Îranê, ku berî 7 salan cezayê girtînê li Kemal Hesen Remezan ji Rojavayê Kurdistanê birî bû, niha biryara darvekirina wî daye.

Li gorî dosya nû ya Îtlaatê cezayê îdamê li Kemal Hesen Remezan hatiye birîn. cezayê darvekirinê jî ji aliyê  Dadgeha Şoreşê ya 3’emîn ya Ûrmiyê ve hatiye erêkirin.

Remezan sala 2011’an de li ser sînorê Makû-Ûrmiyê, ji aliyê îstîxbarata Îranê Îtlaatê ve ligel 2 kesan hatibû girtin.