Asayişa PYD li Qamişlo êrîşî ofîsa ENKS kir û girt.
Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Tahir Hesaf ragihand ku asayişa PYDê duh êvarê ofîsa wan li taxa Kornîş girt.
Herwiha asayîşê li Qamişlo avête ser mala endamê polîstbîroya Partiya Yekîtî Silêman Oso û ew jî girtin û birin cihekî veşartî.
Di heman demê de duh asayîşa bajarê Qamişlo li ser rêbenda gundê Xizne yê ser bi bajarê Tirbespiyê ve endamê komîteya navendî ya PDK-S Nafi Ebdulla jî girtin.