Serrûpel Nûçe Emerîka çekan dide lê vîze nade serokê PYD Salih Mislim

Emerîka çekan dide lê vîze nade serokê PYD Salih Mislim

Belav bike

Amerîka dîsa vîze neda hevserokê PYD Salih Muslim, ji bo ku biçe li Washington beşdarî konferansa “Hevkariya Kurd-Amerîka di dema jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de” bibe.

Ji ber ku nikaribû vîze bistîne Salih Mislim bi rêya Skype beşdarî konferansê bû.

Muslim di dema biryara Emerîka ji bo dayîna çekdan de gotibû, ew biryareke dîrokî ye û hêvî kiribû ku di warê siyasî de jî Emerîka hevkariyê bike.

Salih Mislim di konferanê de axifî û behsa şerê Reqa kir û got, “piştî kontrolkirina Reqa û Mûsilê DAIŞ bi dawî nabe. Şer wê dewam bike. Em dixwazin di warê siyasî de jî têkliyên xwe bi Emerîka re pêş bixin. Tenê dayîna çekên giran nabe çareserî. Tenê projeya me ya federalîzmê dikare ji Sûriyê bibe çareserî.

Li ser pirseke “Tu çima ne li wê derê yî?” Mislim got, Emerîka berî 2 mehan serlêdana wî ya vîza red kiriye.