Serrûpel Nûçe Dibêje wî ji bo hemû Kurdên başûr negotibû!!!

Dibêje wî ji bo hemû Kurdên başûr negotibû!!!

Belav bike

Helîm Yusuf di malpereke nêzîkî PKK de, bi zimanekî tund êrîşî malpera AVESTA KURD dike, ji ber belavkirina posteke wî ya li ser Facebookê hatibû belavkirin, di derbarê nehîştina vegera Ehmed Hisênî de ji rojavayê Kurdistanê ji bo Brîtanya.

Helîm di wê posta xwe ya Facebookê de wiha ji bo başûrê Kurdistanê gotibû:

Neviyên “Sykes-Picout”, pasevanên sînoran, kûçikên ber deriyê Tirkan…”

Piştî belavkirina wê postê di malpera Avesta de, Helîm gotareke dûr û dirêj di wê malpera nêzîkî PKK de dinivisîne û têde bi zimanekî hişk êrîşî Avesta dike û dibêje:

Wî hemû Kurdên başûrê Kurdistanê nekirine kûçik.

“Yanê qaşo min li ser hemû başûrê Kurdistanê gotiye “kûçik”

Helîm ew post li ser rûpela civakî Facebookê belav kiribû, ji bo ku her kes bibîne, her kes bixwîne û her kes jî pê bihese, yanî ne posteke veşartî bû ku kesek pê nehesiya bû û Avesta ew keşif kir, lê tevî vê yekê jî Helîm Yusuf belavkirina wê postê ji aliyê Avesta weke muxbirî bi nav dike.

Wê demê eger muxbirek di vir de hebe, Helîm bi xwe ye, wî bi xwe ew post di li ser rûpela xwe belav kir.

Gotinek kurdî heye, tif kir û nizane çawa tifa xwe balêse. Dibêje:

“Piştî du demjimêran li ser daxwaza hin dostan min ev nivîs ji wir rakir…”

Helîm posta xwe rakiribe jî, ji bo ku xwendevan bizanibin Avesta tiştek ji cem xwe neaniye, gotinên ku hatine belavkirin yên Helîm bi xwe ne, fermo Kopiya posta wî