Serrûpel Nûçe Cîgira serokê ENKS Fesla Yûsif serbest hate berdan

Cîgira serokê ENKS Fesla Yûsif serbest hate berdan

Belav bike

Cîgira serokê ENKSê Fesla Yûsif, ku ji aliyê asayîşa PYD ve hatibû girtin, îro serê sibê hat berdan.

Cîgira serokê ENKSê Fesla Yûsif, roja 9 vê mehê li bajarê Qamişlo hatibû girtin.

ENKSê roja 8 vê mehê ofîsa xwe li Qamişlo bo cara sêyemîn vekiribû, lê ji aliyê PYDê ve hatibû girtin û roja paşîn jî 13 endam û serkirdeyên ENKSê ji aliyê hêzên PYDê ve hatibûn girtin ku Fesla Yûsif jî di nava wan de bû.

Hîn endamê Polîtburoya PDK-Sê Neşet Zaza, endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Nafih Ebdulah, endamê Polîtburoya PYKS Silêman Oso, endamên Emîndariya Giştî ya ENKSê Mihsin Tahir û Mihemed Emîn Husam di girtîgehên PYDê de ne. Bas