Serrûpel Nûçe Nêçîrvan Barzanî li Rûsya ye

Nêçîrvan Barzanî li Rûsya ye

Belav bike

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li Rûsya bajarê Sr. Petersburg e, ewê beşdarî Foruma Aborî ya cîhanî bibe, Barzanî bi awayekî fermî ji bo Rûsya hate vexwendin.

Barzanî her wiha wê ligel serkirdeyên cîhanê bicive, hem behsa avakirina dewleta Kurdistanê û referandumê bike, hem jî girêbestên aborî ligel Rûsya di warê petrolê de îmze bike.

Di vê Furuma Aborî ya CÎhanî de, ku wê sibe dest pê bike, 130 welat û 12 hezar kes wê beşdar bibin.

Tê çaverêkirin ku Rûsya girêbestên mezin ligel Kurdistanê îmze bike.

Di vê serdana xwe de, serokwezîr Nêçîrvan Barzanî wê ligel wezîrê derve yê Rusya Sergi Lavrov jî bicive.