Serrûpel Nûçe Mesrûr Barzanî: Îro rojeke dîrokî ye

Mesrûr Barzanî: Îro rojeke dîrokî ye

Belav bike

Rawêjkarê Encûmena Asyîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê civîna Serokê Herêma Kurdistannê û serkirdeyên aliyên siyasî û destnîşankirina dema referandoma serxwebûna Kurdistanê ragehand ku, îro, rojeke dîrokî bû ji Kurdistanê re.

Mesrûr Barzanî li ser rûpela xwe ya Tiwîterê wiha nivîsandibû:”Ji bo Kurdistanê dema destnîşankirina referandomê îro rojeke dîrokî bû, dê li 25.09.2017 gelê Kurdistanê biryarê li ser çarenivîs xwe bide.”

Îro, Çarşemê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwazî li nûnerên bilind yên partiyên siyasî di nav parleman û hikumeta Herêma Kurdistanê de kir, civîna ku, bi amadebûna Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, Serokê Hikumetê, Serok û cîgirê Komsyona Bilind a helbijartinên Kurdistaanê bi rêve çû, dema referandoma serxwebûna Kurdistanê hate diyarkirin.