Di civîna serok Barzanî û aliyên siyasî yên Kurdistanê de gotûbêj li ser roja referanduma serxwebûna başûrê Kurdistanê hate kirin.
Îro li Selahedîn nûnerên aliyên siyasî yên nav parleman û hikumeta Kurdistanê de bi amadebûna cîgirê serokê Herêma Kurdistanê û serokwezîrê Kurdistanê û serok û cîgirê komsyona bilinda hilbijartinên Kurdistanê ligel Serokê Herêmê Mesûd Barzanî civiyan.
Di civînê de bi tevaya dengan li ser van xalan lihev kirin:
Yekem: Roja 25ê îlûna 2017 weke roja pêkanîna referandumê li başûrê Kurdistana û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê hate diyarkirin.
Duyem: Her ji roja bidawîhatina civîna navbera aliyên siyasî heta dema birêveçûna referandumê, aliyên siyasî wê kar ji bo ektîvkirina parelaman û çareserkirina pirsgirêkên siyasî bikin, ew jî ji bo bidestxistina raya giştî ya niştimanî.
Sêyem: Tekezî li ser başkirina jiyana xelkê û girîngiya pirsgirêkên aborî yên welatiyên Kurdistanê were dayin.
Çarem: Biyar hate standin ku encûmena bilind ya referandumê bi serokayetiya Mesûd Barzanî were avakirin, herweha biryar hate standin, ku 12 vê mehê partiyên siyasî nûnerên xwe ji bo çend komîteyên taybet bi referandumê û piştî giştpirsiyê destnîşan bikin.