Serrûpel Nûçe Serok Barzanî ji bo referanduma serxwebûnê bang li xelkê kir (vîdyo)

Serok Barzanî ji bo referanduma serxwebûnê bang li xelkê kir (vîdyo)

Belav bike

Barzanî di daxuyaniyekê de bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir, ku ji bo referanduma serxwebûnê biçin li ser sindogan û dengê xwe bidin.

 

Civîna Encumena Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya bi serpireştiya Mesûd Barzanî serokê wê partiyê û bi amadebûna cîgirê serokê wê partiyê Nêçîrvan Barzanî, berî demekê li bajarokê Pîrmamê yê ser bi bajarê Hewlêrê ve bi dawî hat.

 

Piştî bi dawî hatina civîna serkirdatiya PDKê, Mesûd Barzanî daxwazek ji gelê Başûrê Kurdistanê kir.

 

Barzanî piştî civînê, ji Rûdawê re axivî û bang li xelkê Başûrê Kurdistanê kir, ku di referanduma serxwebûna Kurdistanê de beşdar bibin.

 

Barzanî got: “Ez daxwaz ji xelkê Başûrê Kurdistanê dikim ku roja 25ê Îlona 2017ê biçine ser sindoqên referandumê.”

 

Serkirdatiya PDKê îro yekşembî 11ê Hezîranê bi serpireştiya Mesûd Barzanî civînek li dar xisti, ku mijara sereke ya civînê gotûbêjkirina derbarê biryara partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bo sazdana referandumê li Başûrê Kurdistanê de bû.

 

Roja çarşembiya heftiya bihorî 7ê Hezîrana 2017ê, di civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de, biryar li ser lidarxistina referanduma serxwebûnê li Herêma Kurdistanê hat dan û roja 25ê Îlona îsal weke roja sazdana referandumê hat diyarkirin.