Roja Duşema borî gurûpeke çekdar li nav bajarê Mûsilê li taxa Sînaa 3 ciwanên ji Kobanî bi navên Mihemed Ebdilxenî Berekê, Xweşnav Hesen Nessan û Mihemed Elî Şêxo revandin, û bi zorê pereyên wan ji wan standin û piştî ku ew şevekê li cem xwe hîştin, sibeha roja Sêşema borî 13ê vê mehê, wê gurûpa çekdar ew hersê ciwan gulebaran kirin, û di encamê de Mihemed Ebdilxenî Berekê di cih de jiyana xwe ji dest da, û herdu ciwanên din jî bi giranî birîndar bibûn.
Duh roja Çarşemê ew herdû birîndar ji bo nexwşxaneyên bajarê Silêmaniyê hatibûn şandin û cenazeyê Mihemed Ebdilxenî Berekê jî, piştî ku 3 rojan li cihê bûyerê li erdê mabû, îro ji aliyê xelkê Kobanî ve hate rakirin, û niha li ser riya dergehê sînorî Sêmalka ye, ji bo ku wî derbasî Kobanî bikin.