Serrûpel Nûçe Ford: Wê Emerîka piştî DAIŞ dev ji PYD-YPG berde

Ford: Wê Emerîka piştî DAIŞ dev ji PYD-YPG berde

Belav bike

Balyozê berê yê Amerîkayê li Sûriyê Robert Ford di hevpeyvîneke xwe ji bo rojnameya erebî El Şerq El Ewset dibêje ku PYDê û YPGê bedelê baweriya xwe bi Amerîkiyan bidin. Di hevpeyvînekê de, Ford eşkere dike ku piştî şerê DAÎŞê Amerîka wê Kurdan ji rejîma Sûriyê neparêze.

Li gor gotina Ford, heger Kurd bi temamî xwe teslîmî Esed nekin, Îran wê wan ji nav bibe û Tirkiyê jî bi vê yekê dilxweş e.