Serrûpel Nûçe Ehmedê Xanî (1651-1707)

Ehmedê Xanî (1651-1707)

Belav bike

Şaredariya bajarê Bazîdê yê Bakûrê Kurdistanê ragihand, peykerê navdar û alimê kurd Ehmedê Xanî “bi xeletî” hatiye şikandin.

Çend roj berê peykerê navdar û zanayê kurd Ehmedê Xanî, ku li bajarê Bazîdê li parêzgeha Agirî ya Bakûrê Kurdistanê hatiye danîn, hatibû şikandin.

Vê bûyerê dengek mezin di nav kurdan de veda û gelek kesan, ji welatiyên normal bigire heta siyasetmedar, hunermend û nivîskaran nerazîbûna xwe li hember vê yekê nîşan dan.

Li ser vê yekê şaredariya Bazîdê, ku niha ketiye destê qeyûm, li ser şikandina peykerê Ehmedî Xanî daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de ku li ser rûpela twîtterê hatiye belavkirin, hatiye gotin ku ew bûyer “bi xeletî” çêbûye.

Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku dê peykerek nû were çêkirin û di demek kurt de li dewsa wê were danîn. Bas