Serkirdeyê PKK û fermandarê giştî yê gerîla Murat Karayilan ji ajansa ANF re axifî û got: Eger dewleta Tirk destdirêjiyê li ser Efrînê bike, heman tişt wê were serê rejîma AKP-MHP’ê jî. Wisa ne hêsan e. Ji xwe niha şerek heye, her roj bi top, tang, doçkayan ji Cindirêsê heya Şehbayê êrîşeke dewleta Tirk heye. Hesabên wan li ser Şehba hene. Ew jî girêdayî beşekî Kobanê ye, ango axa Kurd, Ereb û gelê Tirkmen jî li wir hene. Li ser Şehba planeke wan heye. Dixwazin ji Til-Rifat heya Minîxê bigirin. Wê bixwazin êrîşekê li ser wir pêş bixin. Lê li Efrînê zû bi zû nikarin, ji bo wan zehmet e. Ew der wê bibe Kobaniya duyem. Lê belê mumkin e li xeta Şehbayê hinek êrîşan pêş bixin…”