Berdevkê YPGê daxwaz ji her kesî kir ku beşdarî parastina Efrînê bibe, û got armanca Tirkiyê jinavbirina ezmûna Rojavayê Kurdistanê û astengkirina operasyona Reqayê ye.
Nûrî Mehmûd berdevkê Yekîneyên Parastina Gel, daxuyakirin ku derbasbûna Tirkiyê bo nav Herêma Efrînê û deverên Şehba li dijî yasa û peymanên navdewletî ye, û bi tenê armancan wan ewe ku ezmûna Rojavayê Kurdistanê jinav bibin, û got wê Efrîn wek Serêkaniyê û Kobanî berxwedanê bike û xwe biparêze.
Berdevkê YPGê her wiha got, ku wan ti zerar negihandiye sînorê Tirkiyê, û diyar kir ku wek çawa her kes di berxwedana Kobanî û Serêkaniyê de beşdar bû divê di parastina Efrînê de jî beşdar bibe.