Konseya Festîvala Serxwebûna Kurdistanê li Almanya li Bajarê Hannover civiya.
Tê çaverêkirin ku nêzîkî 20.000 kes li Almanya bajarê Kolnê beşdarî festîvala serxwebûna Kurdistanê bibin.
Herwiha di heman rojê de 2 gemiyên bi navê „Gemiyên Serxwebûnê” ji bajarên Düsseldorf û Bonnê radibin û berê xwe didin bajarê köln, meydana Heumarkt.
Konseya Festîvalê her wiha plan dike ku 2 balafirên taybet tevî rojnamevan û siyasetmedarên almanî ji bo piştgiriya referanduma serxwebûna başûrê ji Almanya bîne Hewlêrê.
Roja 9 vê mehê li Berlînê, 23 mehê li Bochumê, 16 mehê li Aachenê û Hammê ji bo amadekariyên Festîvalê civînên gel li dardikevin.
Konseya festîvalê di nameyeke taybet de ji serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dawetî Festîvalê kir û
biryare di rojên pêş de serok Barzanî peyama referanduma serxwebûnê ji rewenda Kurd ya Ewropa re bişîne û di festîvalê de were xwendin.