Hevseroka Encûmena Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed ragihand ku heya Rusya destûrê nede, wê Tirkiyê nekaribe êrîşî Efrînê bike.
Îlham Ehmed ji ragihandina nêzîkî PYDê re diyar kir ku, Tirkiyê dixwaze di navbera navçeya Ezazê ya girêdayê parêzgeha Helebê û Îdlibê de rêyekê veke. Loma Efrîn kiriye armanc , bi wê yekê Armanca wê ewe ku vê herêmê ji Sûriyê qut bike.
Hevseroka Encûmena Sûriya Demokratîk, Îlham Ehmed, destnîşan kir ku,Bi awayek giştî danûstandinên wan li gel Amerîka û Rusya hene, û got Ji ber ku li vir karekî hevbeş li dijî terorê tê kirin, wê demê pêwîste ew cihên ji destê DAîşê û rêxistinên terorîst hatine rizgar kirin bi hevbeşî bêne parastin.
Îlham Ehmed her wiha got, di daxuyaniya çend rojên derbasbûyî de Amerîka bersiva peyama wan dabû dema ku gotibû, ew rê nadin ti aliyekî êrîşî ser wan herêman bikin, ku ji destê DAIŞ hatine derxistin.