Parlementera fraksyona HDP Perwîn Buldan li Enqera paytexta Tirkiyê rastî bûyerek trafîkê hat.
Parlementera HDP ya Îdirê Perwîn Buldan ji ber wê bûyera tirafîkê rakirin nexweşxaneyê, ji ber ku destê wê şikestiye, wê niştergerî jê re were kirin.
Bûyer di demekê de çêbû, ku Buldan diçû navenda giştî ya HDPê û otombêlek li hember wê derketiye, û wê kontrola xwe ji dest daye û rastî wê bûyerê hatiye.