Ji destpêka êrîşa Daişê li ser Şengalê, zêdetirî 6 hezar Kurdên Êzdî ketine destê Daişê, heta niha hezar û 55 Kurdên Êzîdî hatine rizgarkirin û heya niha çarenivîsa 3 hezarên din ne diyar e.
Di civîna ligel Malala Yusuf Zayî, keça çalakvan û xelatgira Nobelê ya Aştiyê, serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro eşkere kir ku hikûmeta Kurdistanê dikaribû heta niha zêdetirî nêvê keç û jinan azad bike, ku ji aliyê Daişê ve hatibûne revandin, û ewê di karê xwe de ji bo rizgakirina yên din de jî berdewam in.