Piştî 9 mehên ji xebata yekîtiya, li dawiyê her sê partiyên bi navê PDK-Bakur, PDK-T û PWD li hev kirin ku di bin navê Partiya Demokrata Kurdistan de, li bakurê Kurdistanê xebata xwe ya siyasî û rêxistinî birêve bibin.
Wan bi wî awahî li hev kiribûn, eger hat û wezareta navxwe ya Tirkiyê destûra avakirina partiya nû neda, wê demê biryar standin, ku hemû alî di nava Partiya Ddemokrata Kurdistana – Tirkiyê de xebata xwe berdewam bikin.
Du her sê partiyan serî li wezareta navxwe da, lê bersiveke erênî ji wezaretê wernegirtin, îro jî dîsa serî lê dan, lê îro jî daxwaza wan hate redkirin.
Alternatîvan li pêşiya wan dimîne ewe ku di nava PDK-T xebata xwe bikin.
Di nava partiye de gelek sîyasetmedarên kurd hene.
Partiya nû PDK ji 220 endamên damezrîner pêk tê.