Serrûpel Nûçe Fermandarê YPG li Şamê çi dike?

Fermandarê YPG li Şamê çi dike?

Belav bike

Şandeke YPGê li Şamê ligel ofîsa ewlehiya niştîmanî ya ser bi hikumeta Sûriyê (Emin Qewmî) civiya û bi hev re gefên Tirkiyê li ser Efrînê gotûbêjkirin.
LVO
Çavkaniyeke taybet ji hikumeta Sûriyê ji tora medyayî ya Rûdawê re ragihand, ku şandeke YPGê bi serokayetiya fermandarê YPG Sîpan Hemo bi riya balafirxaneya Qamişlo di 1ê vê mehê de serdana Şamê kir û ligel serokê ofîsa ewlehiya Niştîmaniya Sûriyê Elî Memlûk civiya.

Çavkaniya taybet ya Rûdawê ji hikumeta Sûriyê tekez kir ku herdû alî li ser gefên Tirkiyê axivîn û piştre şanda YPGê berê xwe daye navenda Himêmîm bi riya balafireke taybet  û ligel fermandarên Rûsî êrîşên Tirkiyê li ser Efrîn û herêma Şehba gotûbêj kirin.