Serrûpel Nûçe Binêrin Serok Barzanî çi diyarî daye parlamenteretên Ewropî

Binêrin Serok Barzanî çi diyarî daye parlamenteretên Ewropî

Belav bike

Serokê herêma Kurdistanê diyariyek bi nirx a Kurdistanê pêşkeşî berpirsên bilind ên Ewropayê kir.

Parlamenterê êzdî li parlamentoya Kurdistanê Şêx Şamo ji BasNewsê re ragehand, diyariya serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî belge bû li ser hebûna pêkvejiyan û giyana lêborîna di navbera pêkhateyên olî û netewî yên Kurdistanê de.

Şêx Şamo ragehand, Mesûd Barzanî çend diyariyek da berpirsên Yekitiya Ewropa ku ya herî giring jî ew bû ku desteke gul an li bajarokê Başîkê jê re hatibû dayîn wî jî ew pêşkeşî berpirsên Ewropî kir.

Roja 16.11.2016ê serokê herêma Kurdistanê li bajarokê Başîkê ya parêzgeha Nînowa gotarek ji gel re pêşkeş kir û ragehand Kurdistanîbûna wan navçeyane û giyana pêkvejiyanê li Kurdistanê ava kir.