Serrûpel Nûçe Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî van tiştan ji hikûmetên Îraqê dixwaze!

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî van tiştan ji hikûmetên Îraqê dixwaze!

Belav bike

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, di civînê de got, Kurdistan amade ye ligel Îraqê bi şêweyekî aştiyane bikeve proseya danûstandinên saxlem ji bo çareserkirina kêşeyan, ji bo bi destxistina maên gelê Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî encumena wezîran bi hemahengî ligel wezaret û dezgehên pêwendîdar wezîfedar kir ku dosyayên xwe bi zanyariyên kûr ji bo proseya danûstandinên ligel Bexdayê amade bikin, û her wiha diyar bikin, bê çawa hikûmeta Îraqê muameleya ne adîlane ligel gelê Kurdistanê kiriye û dike jî.

Serokwezîr Nêçêrvan Barzanî her wiha ji hemû alî û wezaretên Kurdistanê yên pêwendîdar xwest di wan dosyan de bi kûrî behsa warê pêşmerge û butçe û qerebokirina hemû ziyanên li ser destê rêjîmên Îraqê yek li pey yekê li hember herêma Kurdistanê, were kirin, û were daxwazkirin, bi taybetî jî qerebokirina qurbanên Enfalan û wêrankirina jêrxanên Kurdistanê.