Serrûpel Nûçe Erebên Mexmûrî wê beşdarî hilbijartinan dibin

Erebên Mexmûrî wê beşdarî hilbijartinan dibin

Belav bike

Rêveberiya Xweser rêya yasayî da erebên Mexmûrî ku beşdarî hilbijartinên Komîn û gundan bibin.

Encûmena Damezirêner a Federalîzama bakurê Sûriyê yasaya hilbijartinan pesend kir.

Di yasayê de madeyeke taybet bi Erebên Mixmûrî heye.

Çavkaniyeke beşdarî civînên Encûmena damezirêner ji Rûdawê aşkere kir ku nakokiyên tund derbarê beşdarbûn Mexmûriyan de derketin, lê di dawîiyê de, rê hat dayin ku ew beşdarî hilbijartinên Komîn û gundan bibin.

Di wê madeyê de hatiye ku ew kesên ku bi biryareke siyasî ji deverên din hatine herêmên Federalîzma Demokratîk a bakurê Sûriyê, ji mafê wane ku ku beşdarî hilbijartinan bibin.

Vê Yasaya Encûmena Damezirêner a Federalîzama bakurê Sûriyê derbarê Erebên mexmûrî de karvedanên tund ji aliyê çalakvanên Kurd ve li ser torên medyaya civakî anîn.