Serkirdeyê Tev Demê Aldar Xelîl di hevpeyvîneke xwe de got, Referandum mafê gelê Kurdistanê ye ji bo ku çarenivîsa xwe diyar bike.
Aldar Xelîl her wiha diyar kir ku pêwendiya wan bi başûrê Kurdistanê re ne baş e.
Serkirdeyê Tev Demê bal kişande ser wê yekê ku divê ji bo referandumê amadekarî baş werin kirin û pêwendiyên baş bi welatên cîran re hebin.
Aldar Xelîl got, di van rojên dawiyê de ew bi qaçaxî derbasî Silêmanî bû ye.