Serrûpel Nûçe Siyamend Haco hîn serokê Şepêla Pêşerojê ye – Vîdyo

Siyamend Haco hîn serokê Şepêla Pêşerojê ye – Vîdyo

Belav bike

Serkirdayetiya Şepêla Pêşerojê di daxuyaniyekê de ragihand ku wan serokê Şepêlê Siyamen Haco ji posta wî da alîkî.

Di daxuyaniyê de ku kopiyek jê gihişte Rûdawê, serkirdayetiya Şepêla Pêşerojê radigihîne ku wan serokê Şepêlê ji posta wî dûr xistiye.

Li gorî daxuyaniyê, Siyamen Haco pabendî biryarên serkirdayetiya Şepêlê nebûye û bi biryarên takane tev geriya ye.

 

Siyamend Haco jî ji aliyê xwe ve ragihand ku ew biryareke şexsî ye, tu rewatiya wê tune ye, û ew hîn jî serokê Şepêla Pêşeroja Kurd e û ew amadekariya kongreya xwe dikin.