Serrûpel Nûçe Panzêreke polîsên Tirkiyê zarokekî ji Kobanî li Îstanbulê kuşt -foto

Panzêreke polîsên Tirkiyê zarokekî ji Kobanî li Îstanbulê kuşt -foto

Belav bike

Reşîd Heso zarokekî 9 salî bû, ji Kobanî bû, ew û malbata wî berî 3 salan ji ber şerê li Sûrî koçberî Stenbolê bûbûn. Reşîd dema ku bi mêvandarî çûbû mala apê xwe panzereke polîsan lê qelibîbû û jiyana xwe jidest da.

Li gorî agahiyên jinapa wî, dema ku ew û çend zarokên din li kolanê dilîstin, panzêreke polîsan bi lez di kolanê re derbas dibû û bi wê lezgîniyê jî li Reşîd xistibû.

Piştî bûyerê polîs bêyî ku malbat jî pê re here, wî radikin nexweşxaneyê lê li wir Reşîd jiyana xwe jidest dide. Li gorî îdiaya jinapa Reşîd, polîsan malbat tehdîd kirine ji bo ku tu dezgehên medyayê agahdr nekin.

Reşîd ku bavê wî berî 6 salan miribû, bi du xwîşk û diya xwe re li Okmeyadnî ya Stenbolê dijiyan. Piştî ku li nexweşxaneyê jiyana xwe jidest da, termê Reşîd ji alî polîsan ve ji bo mizgefta Zeyneb Hesen hate veguhestin û nimêja wî jî di bin kontrola polîsan de hate kirin.

Li gorî agahiyên ku xizmên Reşîd didin, piştî bûyerê polîs hatine taxê û hemû mirovên wî tehdîd kirine, eger biaxifin wê wan bişînin Sûriyê.

Termê Reşîd li goristaneke ku kes nizane li kuderê ye hate veşartin.