VIyan Amir, ku weke şahciwana Îraqê ya sala 2017 hatibû hilbijarartin, ji ber ku eşkere bû ku zewicîye, kîteya Şahciwaniyê ya Îraqê biryar da ku tacê jê bistîne.
Viyan ku Kurda Silêmaniyê, dema ku serî li pêşbirkê dabû gotibû ew nezewicîye, û dokument jî pêşkêş kiribû, piştre eşkere bû ku zewiciye, lê mêrê xwe Talib Ezîz berdaye.
Berî niha di hevpeyvîneke xwe de ji bo rojnameya Rûdaw gotibû ew li dijî serxwebûna Kurdistanê ye.
Yek ji mercê keça ku beşdarî pêşbirka şahciwaniyê bibe, divê nezewicî be.