Serrûpel Nûçe Ciwanên Şoreşger li rojavayê Kurdistanê hêzeke tarî ye û kesek bi wan...

Ciwanên Şoreşger li rojavayê Kurdistanê hêzeke tarî ye û kesek bi wan nikare

Belav bike

Mûsa Kino serkirdeyê Partiya Elwehdê dibêje ku grûpeke Ciwanên Şorşgêr, li Kobanî roja 31ê tîrmehê avêtiye se ofîsa partiya wan û xwestiye ala Kurdistanê û ala partiya wan bînin xwar.

Li gorî daxuaniya ku Kino li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kiriye, dema wî gotiya Rêveberî û Asayiş hene û partiya wan ruxset ji wan wergirtiye, Ciwanên Şorşgêr gotine ew ne Asayişê û ne Rêveberiyê nas nakin.

Bi gotina Kino, Ciwanên Şorşgêr sixêf pîs ji wî, partiya wî, ala Kurdistanê û ala partiya wî re gotine û ew tehdîd kirine û gotine ewê ofîsa partiya wî, mala wî bi wî û malbata wî ve bişewitînin.

Kino dide zanîn ku piştî pêwendiya bi Asayişê re, Asayiş û berpirsa Ciwanên Şorşgêr hatine cihê bûyerê.

Kino diyar dike ku berpirsa Ciwanên Şoreşgêr gotiye ku ala Kurdistanê Ciwanên Şoreşgêr istifzaz dike û ew nikarin ciwanên xwe Kontrol bikin û êrîşa wan li ser ofîsa partiya El Wehde qedexe bikin.

Kino dide zanîn ku wî ji berpirsa Ciwanên Şoreşgêr re gotiye ku ev kar xizmeta Tirkiyê û DAÎŞê dike.

Bi gotina serkirdeyê El Wehdê, berpirsa Ciwanên Şoreşgêr, li pêş Asayişê ew û partiya wî tehdîd kiriye û gotiye êdî şer di navbera wan de dest pê kir û ewê hesab bi wan re bibînin.