Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanjahu got divê dewleteke serbixwe ya Kurdan hebe.
Netanjahu got divê piştgiriya serxwebûna Kurdistanê were kirin.
Serokwezîrê Îsraîlê ligel 33 kongrêsmanên komarî yên Emerîkî civiya û ji wan xwest ku piştgiriya serxwebûna başûrê Kurdistanê bikin.
Her wiha got, Kurdên Îraqê qehreman û azad in, ew dostên welatên rojava ne, ew dostên me ne.