Serrûpel Nûçe 15 tebaxê ye

15 tebaxê ye

Belav bike

Mahsum Korkmaz (bernavk Egîd) (z. 1956 li Farqînê − m. 28’ê adarê 1986 li çiyayê Gabarê, Şirnex), endamê Komîteya Navendî yê PKK‘ê û fermandarê yekemîn ê HRK‘ê bû.

Di sala 1986ê de Fermandarê Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK)ê Mahsum Korkmaz (Egîd) li çiyayê Gabarê şehîd ket.

Ji fermandarên gerîlla yên navdar ên PKKê Mahsun Korkmaz ango bi navê xwe yê tê naskirin Egît, li navçeya Amed Ferqînê jidayikbû. Di temenê xwe yê biçûk de koçî Batmanê kir. Li Batmanê di salên lîseyê de bi rêya Mazlûm Dogan, di sala 1976an de tevgera Apociyan nas kir. Li herêma Lûbnanê di nava kadroyên navendî yên PKKê de cîh girt. Mehsun Kormaz, mohra xwe li tevgera 15 Tebaxa 1984an ya PKKê da. Ew di heman demê de fermandarê Hêza Rizgariya Kurdistan HRKê bû û fermandarê manewî yê Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistan ARGK‘yê û Hêzên Parastina Gel HPG‘yê ye. Ew herî zêde jî bi wêneyê xwe yê bi heybet yê li pişt çiyayê Gabarê bûye efsane li ser zimanan û di nava dilê Gelê Kurd de cîh girtiye.

Di sala 1986’an de akademiya PKK’yê wekî “Akademiya Mahsum Korkmaz” hat binavkirin.