Serrûpel Nûçe Hem rojbûna serok Barzanî ye hem jî 71 mîn salvegera Partî ye

Hem rojbûna serok Barzanî ye hem jî 71 mîn salvegera Partî ye

Belav bike

Partiya Demokrat a Kurdistanê di 16’ê Tebaxa 1946‘an de ji aliyê Mele Mistefa Barzanî ve hat damezrandin. Îro serokê PDK’ê kurê Mele Mistefa Barzanî Mesûd Barzanî ye. Mesûd Barzanî ji bilî serokatiya PDK’ê serokê Herêma Kurdistanê ye.

Mesûd Barzanî kî ye?

Mesûd Barzanî (z. 16’ê tebaxa 1946’an, li Mehabadê, Rojhilatê Kurdistanê) ramyarê kurd û serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û PDK’ê ye.

Mesûdê kurê Mela Mistefa Barzanî di 16’ê tebaxa 1946’an de li bajarê Mehabadê li Kurdistana Îranê, li jêr alaya Kurdistanê û li roja damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê ji dayik bûye. Li serdema temena kurt ya Komara Kurdistanê li Mehabadê ku yekemîn giyana serbixwe ya kurdî bûye.

Piştî rûxana Komara Kurdistanê di sala 1947’an de, binemaleya Mesud Barzanî li gel komek li pêşmergeyan û binemala wan naçar bûn vegerin Kurdistana Iraqê û paşê li aliyê rejîma Iraqê ve hemû bo bajarên xwarê Iraq hatin dûrxistin, bi taybetî Bexda û Besre, lê belê Mela Mistefa Barzanî bavê Mesud Barzanî rêberê şoreşa kurd li gel hevalên xwe berev Yêkîtiya Sovyetê bi rêketin û heta sala 1958’an li wir man.

Mesûd Barzanî bi sedema hokara siyasî û peywendiya bi şoreşa îlonê xwendina navendî temam nekir û Bexdayê bi cîh hişt û li temena 16 sal di sala 1962’an de çek hilgirtiye û çûye rêzê pêşmergeyê Kurdistanê û roleke berbiçavî hebûye li şoreşa kurd ku di 11’a îlona 1961’ê de bi rêberiya Mela Mistefa Barzanî destpêkir û heta sala 1975’an berdewam bû. Li jêr rênimayî û piştgîriya bavê xwe têkilî xebata siyasî bûye.

Barzanî jiyana xortaniya xwe terxan kiriye ji bo wan armancên ku Partiya Demokrat a Kurdistanê bilind kiriye, di sala 1961’ê de, demokrasî ji bo Iraqê û otonomî û paşê federalîzm ji bo Kurdistanê li çarçêweya Iraqeke demokratîk da, rêzdar xebatekî mezin ji bo vê çareseriya rasteqîne kiriye.

Barzanî li temena bîst salî da bi awayekî rêk û pêk têkilî karûbarê siyasî bûye û di sala 1970’î de beşdarî wê tîma kurdî bûye ku gûftûgoyê li gel Hikûmeta Iraqê, li ser rêkeftina otonomî kiriye. Di sala 1971’ê de li dema sazkirina kongreya heşta Partiya Demokrat a Kurdistanê bi sîfeta endamê komîteya navendî ya partiyê hatiye hilbijartin û paşê bûye endamê yedegê mekteba siyasî û erkê berpirsiya dezgeha emnî girtiye stûyê xwe.

Piştî ruxandina şoreşa îlonê li encama rêkkeftinnameya Cezayirê li navbera Şahê Îranê û Hikûmeta Iraqê li sala (1975), bi rênimayiya cenabê Mela Mistefayê bavê, Mesûd Barzanî li gel Îdrîs Barzanî birayê wî û jimareyek li hevalên xwe pêkve helsan bi rêxistina rêzên pêşmerge û damezrandina serkirdayetiya demkî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê ji bo dakokîkirina li kurd û Kurdistan û di 26’ê gulana 1976’an şoreşa gulan dest pê kiriye.

Di sala 1976’an heta 1979’an de Mesûd Barzanî li gel bavê xwe li Amerîkayê jiyaye û piştî rûxana rejîma Şahê Îranê, vegeriyaye Îran û heta tertîbata hatina bavê xwe, bo Îran bike lê belê wê roja ku Barzanî 1’ê adara 1979’an gihişte Îran, bavê wî li Washington koça dawî kir. Li meha mijdara 1979’an, li kongreya nehem a Partiya Demokrat a Kurdistanê bi awayekî demokrasiyane Barzanî Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Rola her yek li Mesûd Barzanî û Îdrîs Barzanî yê birayê wî, gelek berbiçav bûye di salên 1980’î heta wekî 1987’an de li damezrandina çendîn bereyên siyasî li Iraq û bi taybetî ku bereyên kurdistanî li çendîn rêxistin û hizbên kurdistanî damezrand.

Barzanî û ji malbata xwe gelek qurbanî li ser kêşeya kurd daye û li dawiya li dayik bûnê heta 12 sal bavê xwe nedîtiye, ku ew li dûrî welat li Yekêtiya Sovyetê dijiya. Sîxurên rejîm sê birayê Barzanî teror kirine 32 kes le endamên malbata wî li gel wan 8000 barzanî bûn ku ji aliyê rejîma Bees ve di sala 1983’an de hatin enfalkirin. Mesûd Barzanî xwedî çendîn hewldanên terorê bûye bi taybetî hewlên terorkirina li Viyana paytexta Nemsayê di 8’ê çileya 1979’an. Rejîmê Iraq yek li dawiya yekê (16) çar gundê barzaniyan xera kiriye ku gundê birêze, Barzanî pirtûkekî li ser rola dîroka Mistefa Barzanî bavê xwe li Tevgera Neteweya Kurd li jêr navê Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaziya Kurd ku li sê bergan pêk hatiye nivîsandiye, li gel çendîn gotar û babetên siyasî ku li rojname û kovarên Kurdistanê hatine belav kirin.

Piştî şerê hevpeymaniyan dijî bi Iraq, Barzanî hem ahengî bereya kurdistanî kir û serkirdayetiya raperîna adara 1991’ê kurdan kir ku bûye hoya azad kirina beşekî mezinê Kurdistana Iraqê ji deste rejîma Bexdayê.

Di meha nîsana 1991’ê de gûftûgo li gel Bexdayê dest pê kir û Barzanî ji bo çendîn mehan serokayetiya şanda kurdî kir ku li hemû hizbên bereya kurdistanî pêk hatibûn. Li gûftugoyan bi hîç encamek negihiştin bi sedema redkirina daxwaziyên kurd ku birîtî bûn li otonomî herêmayetî û demokratîzekirina ji aliyên Iraqê ve.

Her wiha li kongreya 12’ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê di sala 1999’an de Mesûd Barzanî serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê careke din hatiye hilbijartin.

Mesûd Barzanî li salên nohtan û heta weku ji navçûna rejîma Bees, beşdarî çendîn kongre û civînên navdewletî kiriye. Wekî civînên Washington li sala 1992’an û paşê li 1993’an û li kongreya Selahedîn a 1992’an û kongreya Londonê ya îlona 2002’an û kongreya Selahedîn a şubata 2003’an.

Barzanî roleke xwe yê serekî li sercem pêşhatiyên siyasiyê Iraqa nû da hebûye, paşê li damezrandina Encûmena hukimrana Iraqê di 31’ê tîrmeha 2003’an, ku têda bûye endam û dawiyê jî bûye serokê encûmenê.

Di 12’ê hezîrana 2005’an de Mesûd Barzanî wekî yekemîn serokê herêma Kurdistanê ji aliyê Encûmena Nîştimanî ya Kurdistana Iraqê ve hate hilbijartin.

Mesûd Barzanî li hilbijartinên roja 25’ê tîrmaha 2009’an bi rêjeya 70% ê dengan bi destxist û bi awayekî raste rast ji aliyê gelê Kurdistanê ve duyemîn car wekî serokê herêma Kurdistanê hate hilbijartin û li roja 20’ê tebaxa 2009’an li beramber Parlemena Kurdistanê sonda yasayî xwar.

Wekî serokê herêmê, li çendîn welatan bi seredanên fermî kiriye û çendîn serokê welat û serokwezîrê van welatan dîtiye, li encama van hevdîtinan de li gel serok George W. Bush serokê Amerîkayê di 25’ê cotmeha 2005’an de û Tony Blair serokwezîrê Britanya di 31’ê cotmeha 2005’an de û papayê Vatîkanê di 14’ê mijdara 2005’an de û Silvio Berlusconi serokwezîrê Îtalyayê di 13’ê mijdara 2005’an de û Abdullah keyê Erebistana Siyûdî di 13’ê adara 2007’an de û Abdullah keyê Urdunê di 19’ê adara 2007’an de.

Wekî serokê herêmê ji bo geşkirina hevpeymanî li nav hêzên siyasiyên Kurdistanê çend organekî damezrandiye û li herêmê proseya biryardanê baştir kiriye:

A- Li roja 22’ê kanûna 2007’an Encûmena Serokayetiya Kurdistanê hate damezrandin ku têda serokê herêmê serpereştiya civînan dike, û cîgirê serokê herêmê Kosret Resul li gel serokê Parlemena Kurdistanê û serokê Hikûmeta Kurdistanê û cîgirên wan û serokê Dîwana Serokayetiya Herêmê.

B – Encûmena bilinda Partiyên siyasiyan, ku kesayetiya yekem a partiyên siyasiyan têda endam in, ku ji van hizbên xwarê ve pêk dihêt: Partiya Demokrat a Kurdistanê, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê, Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê, Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê, Komeleya Îslamî ya Kurdistanê.

Serok Barzanî şeydayê xwêndinêye bi taybetî jî hez bi xwêndina pirtûkên dîrokî û siyasî û serbazî dike û her wiha gelek hez ji werzîşê dike.

Mesûd Barzanî sala 1965’an dest bi jiyana hevjîniyê kiriye û xwedî heşt zarokane.

Barzanî şarezayî bi temamiya zimanê kurdî û erebî û farisî ye, her wiha şarezayî zimanê îngilîzî ye û dikare pê biaxive.