Serrûpel Nûçe Serok Barzanî: PKK ne terorîst e!

Serok Barzanî: PKK ne terorîst e!

Belav bike

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di hevpeyvîneke dirêj de ligel rojnameya Siûdê Ukkaz, dibêje, wan pêşwaziya hemû aliyên opozîsyona Sûriyê kirin, û ew ne bi kiryarên Beşar Esed re ne, ew naxwaze êrîş bike, lê helwesta Kurdistanê ewe ku gelê Sûriyê bi xwe çarenûsa xwe diyar bike.

Serok Barzanî di derbarê helwesta PKK û PYD li heberî referanduma başûrê Kurdistanê de, wiha dibêje: Tu Kurdekî jî nabînî ku cesaret bike li dijî referandumê derkeve, ji xeynî grûpeke ku hinek aliyên derve piştgiriya wan dikin.

Barzanî li ser rojavayê Kurdistanê û tecrubeya PYD jî wiha dibêje: Me pêşmerge şandine Kobanî, me dijwarî li wê derê şerê Daişê kir, me ji wan re sîleh û pêşmerge jî şandin, lê problema PYD ewe ku dest daniye ser her tiştî, her wiha êrîşî partiyên din kir, serkirdeyên wan girtin û kuştin, û em li dijî wan kiryarên PYD ne.

Serok Barzanî li ser PKK jî dibêje, her çiqas têbiniyên wan li ser wê hene û ne bi kiryarên wê re ne jî, lê ew PKK wke rêxistineke terorîst nabînin.