Serrûpel Nûçe PKK ne li dijî referanduma serxwebûnê ye lê Duran Kalkan li dij...

PKK ne li dijî referanduma serxwebûnê ye lê Duran Kalkan li dij e

Belav bike

Endamekî rêveberiya PKKê li dijî referandoma serxwebûna Kurdistanê derdikeve û dibêje, rayedarên Başûrê Kurdistanê referandom wek karteka fişarê bikar tînin.

Endamê rêveberiya PKKê Duran Kalkan, ku kesekî tirk e, ji televîzyona PKKê re gotiye, referandoma Başûrê Kurdistanê ne ji bona serxwebûnê ye bo wê ye ku fişarê bixin ser derdora xwe.

Duran Kalkan her wiha gotiye, armanceka din ya referandomê jî pûçkirina xebata PKKê ye!

Wî rayedarê PKKê diyar kiriye ku nabe referandom were kirin û gotiye, kê rê daye wan referandomê bikin!

Heta niha helwesta berpirsên PKKê li ser referandoma serxwebûna Kurdistanê xirab nebûye, ji bilî Duran Kalkan. Basnews