Serrûpel Nûçe Serok Barzanî: Armanca min serxwebûna Kurdistanê ye

Serok Barzanî: Armanca min serxwebûna Kurdistanê ye

Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dema bi dawî hatina erkê xwe eşkere kir û got, dema ku serxwebûna Kurdistanê pêk hat, êdî ewê jî dawî li erkê xwe bîne.

Serok Barzanî ragihand, ew ligel aliyên Îraqî li ser avakirina dewleteke sivîl, demokrat û federal li hev hatine, lê niha ew di nava deweleteke olî û taîfî de dijîn.

Barzanî di hevpeyvîneke xwe de ligel televîzyona El Erebiye ku wê roja pênşemê were belavkirin, got wan gelekî hewil dan ku pirsgirêk negihên biryara referandumê, lê ewê ku niha daxwaza paşxistina referandumê dikin jî, bila alternatîvekî bihêztir pêşkêş bkin.

Serokê Kurdistanê Barzanî tekeziyê li ser wê yekê dike ku amanca wî, serxwebûna gelê Kurdistanê ye û her dema ku serxwebûn pêk hate ewê dawî li wezêfeya xwe bîne.