Ciwanekî Kurd ji Rojavayê Kurdistanê dibe kandîdê hilbijartinên parlementoya Norwêcê û şansê wî jî gelekî xurt e.
Çalakvan û siyasetmedarê kurd ji Rojavayê Kurdistanê Manî Ebdulbaqî Huseynî, di hilbijartinên parlementoya giştî ya Norwêcê de beşdar bû.
Manî Ebdulbaqî Huseynî kandîdê Partiya Karkeran a Çepgir e, ku li hemberî Partiya Rastgir a deshilatdar e.
Manî Huseynî her wiha serokê mezintirîn rêxistina ciwanên çepgir li Norwêcê, piştre bû endamê mezintirîn partiya çepgir li vî welatî.
Manî Huseynî sala 2000 an ve ligel malbata xwe ji Qamişlo koçberî Norwêcê bû.
Ew kurê nivîskar û rojnamevanê kurd Ebdulbaqî Huseynî ye, ku yek ji damezrênerên kovara Zanîn bû li Rojavayê Kurdistanê.
Li gorî zanyariyan Hilbijartinên parlementoya Norwêcê îro 11ê Îlonê birêve diçin û wê îro jî encam derkevin.