Îro Asayişa deriyê Sêmalka yê Rojavayê Kurdistanê seroka Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan- Sûriyê Wezna Hamid qewtandin û nehiştin vegere Rojavayê Kurdistanê.
Seroka Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûrriyê bi serdanekê hatibû Başûrê Kurdistanê û piştî ku çû aliyê din, Asayişa Rêveberiya Xweser nehiştin vegere û jinên Asayişê ji bo vegerandina wê bi darê zorê pêşberî wê rawestandin.
Wezna Hamid ji Rûdawê re ragihand, ku Asayişê henekê xwe pê kirin û gotin wê bişînin mala wê û ji Asayişa jinê xwest ku vegerînin Başûrê Kurdistanê.
Wezna Hamid ligel 2 kartonên ku kovara Yekîtiya wan Pênûsa Azad têde bûn, bi zorê vegerandin Duhokê.