Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, bi awayekî fermî helwesta welatê xwe li ser serxwebûna Kurdistanê di malpera fermî ya Encûmena Wezîrên Israîlê de ragihand: “Îsraîl piştgirya damezrandina dewleta Kurdistanê dike û Israîl piştevaniya daxwaza gelê Kurdistanê dike, ku dewleteke wan ya taybet hebe.”
Di civîna 7 Hizêrana derbasbûyî de, aliyên siyasî yên Kurdistanê bi serperiştiya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, biryar hat dayin ku roja 25/9/2017, referandûm ji bo serxwebûna Kurdistanê bê encamdan.