Serokê Herêma Katalonya Carles Puigdemont di pêwendiyeke telefonî li gel serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pîrozbahiya serketina piroseya referanduma serxwebûnê kir.
Serokê Herêma Katalonya di tiwîtekê de nivîsand ku herdu aliyan hêviya serketinê ji hev re xwestine ji bo bicîkirina armancên herdu welatan.
Katalonya biryar daye hefteya dahatî referandumê ji bo serxwebûnê ji Ispanya pêk bîne, Spanya jî li dij derdikeve.