Serrûpel Nûçe YPG dibêje wan 300 serbazên Sûriyê esîr girtine

YPG dibêje wan 300 serbazên Sûriyê esîr girtine

Belav bike

Fermandarekî YPG-HSDê ragihand ku 300 serbazên hikûmeta Sûriyê xwe teslîmî wan kirine, û got ew ti carî deverên di bin destê xwe teslîmî ti hêzeke din nakin.

Li bajarê Tebqa ya girêdayî parêzgeha Reqayê, Omîd Gabar, ku fermandarekî Hêzên Sûriya Demokratîk e, bersiva daxuyaniyên herî dawiyê yên çend berpirsên hikûmeta Sûriyê da û got, ew ti carî wan deverên ku bi xwîna şehîdên xwe, rizgar kirine, teslîmî rijêma Sûriyê û ti hêzeke din nakin.
Omîd Gabar got di vê dema dawiyê de, 300 serbazên hikûmeta Sûriyê xwe teslîmî Hêzên Sûriya Demokratîk kirine.