Serrûpel Nûçe Karayilan: Eger Tirkiyê êrîş bike emê başûrê Kurdistanê biparêzin

Karayilan: Eger Tirkiyê êrîş bike emê başûrê Kurdistanê biparêzin

Belav bike

Fermnandarê giştî yê gerîlayên PKK Mûrad Karayilan ragihand ku îro li dijî gelê Kurd amadekariyên êrîş, gef û dagirkeriyê hene. Referandûm çawa ku mafê hemû gelan e, mafê gelê Kurd jî heye ku qedera xwe diyar bike.

Karayilan diyar kir, ku eger dewleta Tirk êrîşî Başûrê Kurdistanê bike ew weke Hêzên Parastinê, wê gelê Başûrê Kurdistanê bi tenê nehêlin û got, ewê gelê xwe li başûrê Kurdistanê biparêzin. Eger pêvajo wisa biçe, ev bar wê li ser milê wan be jî.