Serrûpel Nûçe Akif Hesen bersivek wiha da Erdogan ku qet ji bîr neke..!

Akif Hesen bersivek wiha da Erdogan ku qet ji bîr neke..!

Belav bike

Erdogan ji cenabê serok Barzanî re dibêje: „Di cihê xwe de rûne, ma çi ji te kêm e“.
Bi tirkî dibêje: (Otur oturdugun yere, neyin eksiktir)

Birêz Erdogan, wisa xuyayî ye jiyan ji bo te tenê xwarin û vexwarin e. Wisa xûyayî ye li gorî te zikê mirov têr be divê mirov rûne û bêje Alhamdulah.
Birêz Erdogan, divê tu bizanibî kurd qîma pê nayînin ku zikê wan têr be lê rûmeta wan feqîr be.

Birêz Erdogan, tu dizanî çiqas zor e mal û milkê mirov hebe lê mirov ne serbixwe be. Tu dizanî gelek zor e petrol, gaz û dewlemendiyên mirov hebin lê, qedera mirov, henefiyên jiyana mirov di destê yekî weke te de bin.
Gelo tu dizanî çiqas nexweş e, mirov ziman be, mirov çand be, mirov netew be, mirov dewlemend be, mirov xwedî hemû hêjayên însanî û netewî be, lê mirov bê dewlet be?

Ma çi ji te kêm e tu destwerdanê li Sûriyê dikî? Tu Efrîn, Kobanê, Îdlib, Hims Hema û helebê tevlîhev dikî?

Ma çi ji te kêm e tiliya xwe dikî Libiya, îxwan el-Mislimîn tev didî û nahêlî aşîtî û aramî li wir bi cih bibe?

Ma çi ji te kêm e destwerdanê li Gaza dikî, Hemas hirde û wirde dehf didî û serê Filistîyên feqîr tevlîhev dikî?

Ma çi ji te kêm e Îxwan el-Mislimînên Misrê dikî pizotên agir û welat dikî çiraveke siyasî? Ma neguneh e tu gelê Misrê wisa perîşan dikî?

Ma zikê te birçiye ku destwerdanê li hundirê Almanya dikî û Tirkên li Diasporayê bi hestên nijadperest pif didî?

Zimanê te, birêz Erdogan, zimanê mirovên qebedayî ye, ne zimanê zilamên dewletan e. Mirov xweş dibîne ku ev ziman bi aveke gelek nijadperest hatiye şûştin.