Ekrem Onen
Weke tê zanîn ROSNEFT yek ji mezintirîn şîrketa enerjiyê ya navnetewî ye her weha xwediyê zêdeyî ji %50 nefta Rûsya ye.
Li gelek devrên cîhanê wek Awrûpa, Afrîqa, Asya Antarktîka, Amerîka Latînî û gelek herêmên din petrol û gazê derdixe û difiroşe. Di meha hezîrana 2017an de serokwezîrê herêma Kurdistanê birêz Neçîrvan Barzanî serdana Rûsya kir ji bo beşdarbûna foruma aborî a Sankt Petersbûrgê.
Di vê serdana xwe de birêz Neçîrvan Barzanî hevdîtin li gel serokkomarê Rusya Vladimîr Putin û wezîrê derve Sergey Lavrov pêk anî. Piştî van hevdîtina peymanek li ser esasê 20 salan di navbera ROSNEFT û herêma Kurdistanê de hate îmze kirin.
Li gor vê peymanê buhayê nefta 2 salan ROSNEFT wek krêdî pêşin bide herêma Kurdistanê. Tranşa pêşin 250 mîlyon dolar dan herêma Kurdistanê. Bê guman ev krêdî ji bo kurdan niha gelekî girîng e di demeke perê nefta Kurdistanê ku diçû Tirkiyê li Halk banqa Tirkiyê dihate razandin niha Tirkî dana wan pereyan ji bo herêma Kurdistanê sekinandiye. Her weha hikumeta Bexdayê jî ambargo daniye ser kurdan di demeke weha de krêdiya ROSNEFTê gelekî girîng e.
Lê tişta herî girîng ew e ku piştî vegera ji Rûsya a Nêçîrvan Barzanî bi 2 roja herêma Kurdistanê îlana roja referandûmê kir.
Wê demê min di nivîseke xwe de bal kişandibû ser vê pirsê. Paşê gelek ekspertên rojavayî jî di derbarê vê pirsê de fikrên xwe diyar kirin weke ku kurda ji Rûsya işareta kesk ji bo referandûmê wergirtine.
Niha dîsa piştî ku beriya çend rojên referandûmê ROSNEFTÊ bi herêma Kurdistanê re peymanek din jî, ku buhayê wê zêdeyî milyarek dolara îmze kirin, ev pirs dîsa kete rojeva cîhanê gelo ji ber çi Rûsya di demek weha hesas de bi kurdan re peymana îmze dike û alîkariya aborî bi herêma Kurdistanê re dike.
Vê pirsê bêhtir ekspertên welatê rojava dike. Her weha bi vê pirsê ve pirseke din jî tê kirin di demeke ku welatên rojava û DYA ji kurda dixwazin referandûmê nekin. Rûsya daxwazek weha ji kurda nake heta beyanên wezîrê derve ê Rûsya Lavrov di derbarê referandûmê de gelek pozîtîvin ev ji bo ekspertên welatên rojavayî cihê balkêşiyê ye.
Ji bo çi Rûsya niha di vê tevlîheviya li herêmê bi kurdan re aktîv têkiliyan dike? Beriya her tiştî divê bê zanîn ku Rûsya weke her dewletê ew jî siyaseteke pragmatîk dimeşîne. Mirov dikare vê ya bi çend faktora ve girêde:
1- Rûsya weke monopolê enerjiyê li cîhanê dixwaze kontrola enerjiya Kurdistanê jî bike,
2- Piştî Rûsya poziyona xwe li Sûriyê xurt kir li herêmê li mutefîkê nû digere, wek aşkereye niha bi Misir û Îsraîlê re têkilîyên xwe pêşda birin, wek em dizanin beriya mehekê serokwezîrê Îsraîlê serdana Rûsya kir û hevdîtin li gel Putîn pêk anî, piştî hevdîtinê ji rojnamevana re aşkere kir û got; “Helwesta me û a Rûsya di derbarê herêma rojhilata nêzîk û navîn pir nêzî hev e’’.
Wê demê medya Îsraîlê nivîsîn ku; “Wê demê pirsa kurdan jî hatiye rojevê û helwesta Îsrail û Rûsya di vê pirsê de jî nêzî hev e.”
Heman wext Rûsya dixwaze bi Kurdistana Başûr re jî têkiliyan pêş de bibe, bi taybetî piştî ku şîrketên welatên rojavayî Kurdistan terk kirin. Rûsya niha dixwaze vê valahiyê dagire. Her weha helwesta wan a di derbarê referandûmê de jî, ji ber helwesta publîk negatîv a welatên rojava ye.
3- Hesabê Rûsya ên geopolîtîk û stratejîk yên li herêma rojhilata nêzîk û navîne. Ji alî kurdan de jî ew jî divê weke Rûsya pragmatîk nêzî pirsê bibin. Ji bo kurdan têkiliyên wan bi Rûsya re ji wan re alternatîv çêdibin ji bo bikaribin rehet tevbigerin.
Hebûna şîrketeke weke ROSNEFTê li herêma Kurdistanê garantiyeke ji bo herêma Kurdistanê. Her weha kurd dikarin bi rêya Rûsya gelek pirsgirêkên xwe çi hundir çi jî li derve çareser bikin, wek Şingal, pirsa transportkirina nefta herêma Kurdistanê.
Têkiliyên Rûsya bi dewletên Kurdistan perçekirine û heman demê bi kurdan re, ji bo kurdan him pozitîve him jî rîske kurd divê pragmatîk nêzî pirsê bibin û vê rewşa han têkiliyên bi Rûsya re maksîmûm ji xwe re bi kar bînin. Weke mînak di demeke ku dewletên rojavayî çiqas raste ne diyare lê aşkere ji kurdan daxwaz dikin ku kurd referandûmê nekin di demê de welatên Kurdistan perçekirine çavsoriya li kurdan dikin ji bo referandûmê nekin. Di demeke weha de dema welatekî wek Rûsya ji kurda daxwaza nekirina referandûmê nake û beyanên wan di derbarê referandûmê de pozîtîvin û beriya referandûmê bi çend rojan peymanek neftê îmze kirin,
Bê guman ev tev ji alî kurdan de pozîtîvîn. Kurd divê baş bizanibin di siyasetê de dost û dijminê daîmî nîne berjewendiyên daîmî hene. Ji van tiştên li jor hatin behs kirin ev peymana ROSNEFTê ne bes aboriye ev peyman di heman demê de sînyale ji hinek xêrnexwazê kurdan re. (BASNEWS)