Serrûpel Nûçe Erdogan: Em naxwazin Kobaniyeke din bibînin

Erdogan: Em naxwazin Kobaniyeke din bibînin

Belav bike

Receb Teyib Erdogan dibêje ew Kobaniyeke din naxwazin û rê nadin kesekî li Sûriyê korîdorekê vekin û xwe bigihînin derya spî.

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, di derbarê operasyona Idlibê de jî axifî û got, ewê rê nedin rêxistina terorî ku bi derya spî re korîdorekê veke, mebesta Erdogan YPG û hêzên ser bi PYD ve ye, ku Efrînê kontrol dikin.

Erdogan got çavên wan di axa Sûriyê de tune ye, lê ew dixwazin her kes biçe ser axa xwe û mafê xwe bistîne.

Erdogan dibêje, eger ku rê bidin vekirina korîdorê, ewê rû bi rûyî Kobaniyeke din werin, ew bi tu awahî rê nadin wê yekê.