Serrûpel Nûçe Wezîrê derve yê Sûriyê El Muelim: Alîkariya Emerîka ji Kurdan re dom...

Wezîrê derve yê Sûriyê El Muelim: Alîkariya Emerîka ji Kurdan re dom nake

Belav bike

Li Rûsya li bajarê Sûçî piştî hevdîtina xwe bi wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov re, wezîrê derve yê Sûriyê Welîd Muallim ji medya Rûsî re ragihand, di rastiyê de niha kurd li beramber artêşa Sûriyê ketine nava pêşbaziyekê ji bo ku zeviyên petrolê kontrol bikin.

Di daxuyaniya xwe de Welîd Muallim got, Kurd baş dizanin di çi rewşê de dibe bila bibe ew rê nadin kesekî serweriya Sûriyê têk bidin.

Wezîrê derve yê Sûriyê got, Kurd niha ji ber alîkariya Amerîka ya bê sînor serxweş bûne, lê divê ew vê fam bikin ku ew alîkarî wê heta dawiyê berdewam neke.

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de Muallim got, Kurdan di dîroka xwe ya sed salî de nikaribûn ji xwe re welatekî ava bikin yan jî dewlekeke zilhêz bikin dostê xwe.