Serrûpel Nûçe Berçav li Kobanî li dijî terorê dest bi kampanyayeke sivîl kir

Berçav li Kobanî li dijî terorê dest bi kampanyayeke sivîl kir

Belav bike

Rêxistina Berçav ku rêxistineke civaka sivîle, û li gelek bajaran çalakiyan dike, li rojavayê Kurdistanê bajarê Kobanî ji bo berferehkirina kultura li dijî terorê dest bi kampanyayeke sivîl kir.

Serokê Berçav Farûq Hecî Mistefa eşekre kir ku armanca Berçav ji vê kampanyayê ewe ku civakeke kêfxweş û aram, ji teror û şiddetê dûr were perwerde û avakirin.

Ji bo vê çalakiyê, rêxistinê vîdyografîkek amade kiriye.

Kampanya heta sersalê wê berdewam be û wê gelek çalakiyên din di vê çerçeveyê de wê werin birêvebirin.

Her wiha serokê Berçav bal kişande ser wê yekê ku ewê piştî Kobanî wê li Girê Spî û Minbicê jî ew kampanya dest pê bike.

Li kêleka vê kampanyayê, Berçav workşopên avakirina serkirdeyên civakê ji bo xwerêvebirinê, pêşkêş dike.

Berçav di adara 2013 de li Kobanî hate avakirin û niha amadekariya Berçav FM dike.

http://bercav.com/