Serrûpel Nûçe Îran riya ticaretê ji YNK re vedike

Îran riya ticaretê ji YNK re vedike

Belav bike

Hat zanîn ku hikûmeta Îranê tenê mohlet daye şîrketên nêzîkî YNKê ku neftê ji Kurdistanê bibin Îranê û ji Îranê jî benzîn û berhemên din yên petrolê derbasî Kurdistanê bikin.

Li gorî agahiyên BasNewsê, hikûmeta Îranê ferman daye gumrika deriyên sînorî yên navbera Îran û Herêma Kurdistanê ku tenê şîrket û bazirganên nêzîkî YNKê dikarin nefta xav ji Kurdistanê derbasî Îranê bikin û ji wir jî benzîn û berhemên din yên petrolê derbasî Kurdistanê bikin.

Yek ji wan şîrketên ku Îranê mohleta kar dayê, şîrketa Qeywan e. şîrketa Qeyan nêzîkî YNKê ye û dahata wê diçe berîka baskê bi bandor yê YNKê.

Heta niha nayê zanîn ew baskê YNKê li hember çi, rêkeftineke wiha bi Îranê re îmze kiriye. (basnews)