Serrûpel Nûçe Fermandariya Pêşermge li ser xiyaneta hinekan daxuyaniyek belav kir

Fermandariya Pêşermge li ser xiyaneta hinekan daxuyaniyek belav kir

Belav bike

Fermandariya Giştî ya Pêşmergeyên Kurdistanê di derbarê şerê Kerkûkê de daxuyaniyek belav kir û li ser xiyaneta hinek berpirsên Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) ku sengerên xwe yên şer dabûne Heşda Şebî wiha got:

Mixabin, hinek berpirsên Yekîtî jî, alîkariya wê plana li dijî gelê Kurdistanê kirin, û xiyaneteke mezin û dîrokî bi Kurdistanê û bi şehîdan kirin ku di bin ala Yekîtî de canê xwe ji bo Kurdistanê dan.

Wan berpirsan hinek cihên hesas bi bê şer dane hêzên Heşda Şebî û Supa Pasdarên Îranê û kak Kosret (Kosret Resûl) bi tenê hîştin.