Bi fermana beşek ji YNKê, Pêşmerge bi temamî li Xurmatû hate vekêşandin û rûniştvanên kurd ên bajar daxwaza hawar hatinê dikin û metirsî li ser jiyana wan heye.
Berpirsê leqê Germiyanê PDKê Ekrem Salih amaje bi vê yekê dike ku Xurmatû hate vala kirin û tax û kolanên kurd bi temamî ketin dest milîsên Heşdî Şeibî. Herwaha got, Heşdî Şeibî dest bi talan kirin û şewitandina malên xelkê kirine.
Ji aliyê din ve berpirsê hêzên xwebexş li Xurmatû Hacî Zuhdî ji BasNewsê re ragehand: ‘’avahiya qaymeqamî û malbenda YNKê û çend cîhên din li Xurmatû hatine girtin û naha dervey xwebexşan li Xurmatû Pêşmerge nemaye.’’ Herwaha amaje bi vê yekê jî kir, ew heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê dê berevaniyê li Kurdistanê bikin. Bas