Piştî teslîmkirina Kerkûkê ji mîlîsên Heşda Şeibî re, çekdarê Heşda Şeibî bi rêya torên civakî spasiya Bafil Talebanî li ser xizmetên wî û helwesta wî derbarê radestkirina Kerkûkê de kirin.
Îro, di çarçoveya rêkeftinekê de beşek ji berpirsên YNK li gel Qasim Silêmanî û milîsên Heşda Şebî biryar dan Kerkûk û hemû sengerên pêşmerge radestî Heşda Şeibî bikin û alîkariya sûpaya Îranê jî bikin.