Serrûpel Nûçe “Ne te bi tenê ku ji piştê ve kêr xwar, me tevan...

“Ne te bi tenê ku ji piştê ve kêr xwar, me tevan xwar”

Belav bike

Ji bo birêz Barzanî

Ne te bi tenê ku ji piştê ve kêr xwar, me tevan xwar

Ne tu tenê yî, yê ku gotina xwe ji bo serxwebûnê got, me bi hev re got

Ne tu tenê yî yê li ser vê riyê bimeşe, em bi hev re dimeşin

Baş dizanim ku di van kêliyên dijwar yên dîroka me de tu niha kûr kûr difikirî û ji xwe re dibêjî “temenê min pêşde çûye û dibe ku ez serxwebûna welatê xwe nebînim”, lê baş zanibe birêz em bi hev re kêliyên serxwebûnê jiyana, gava me kampanya referanduma serxwebûna Kurdistanê li dardixist. Me bi hev re xweşiya serxwebûnê,  hem li hundirî welat hem jî li derveyî welat tahm kir.

Baş dizanim ku ew kêliyên di dema dawî de me bi hev re qedandin, wê bibin kevirên koşeyê, em pêşerojeke serbixwe li ser ava bikin.

Em xweş zanim siyaset ne weke kolana Liwiski ye li Petersburgê dûz e, ev kolan tijî vîrajên dijwar in.

Em êdî derbasî qonaxeke din bûn, îmdamên me hene, tecrubeya me heye û baweriya me bi me heye, emê bi serkevin.

Em li benda te ne, ku tu serkêşiya qonaxa nû bikî, emê dîsa bi hev re bin.

Bi hêza te, bi hêza pêşmergeyên qehreman, bi hêz û baweriya gelê me yê dilsoz, emê armanca xwe pêk bînin, çiqas Heşid Meşid hebin jî… (Akif Hesen)